Skip to content Skip to footer

Kurdistana Şêx û Mirîdan

Sernavê pirtûkê:
Kurdistana Şêx û Mirîdan
Dîroka Siyasî ya Neqişbendîtîya Kurdî
Navê nivîskar: Hisên Cimo
Sernavê pirtûkê bi zimanê Erebî:
التكايا المسلّحة
التاريخ السياسي للنقشبندية الكرديّة
Wergera ji îngilîzîyê: Ebdulah Şêxo û Ferîd Xelîl
Edîtorî: Izedîn Mihemed
Serrastkirin û xwendina dawîn: Elî Evdo
Nîgarkêşî û bergsazî: Nêçîrvan Ehmed
Rûpelsazî: NEQŞ
Çapa yekê: Weşanxaneya Neqşê, Qamişlo 2023
Hejmara rûpelan: 258
Pîvan: 13.5 x 21
Ji weşanên NEQŞê
ISBN: 978-3-98919-006-1
Mijar: Lêkolîn
Nirx: 12 $

Kategorî: Nasnameya hilberê :6788

Danasîna berhemê

Ev lêkolîn balê dibe ser Terîqeta Neqişbendî û veguhartinên wê yên siyasî di nava du sedsalan (1800-2000) de. Giranîyê dide dewrên cuda yên Neqişbendîtîyê; ji qonaxa damezirandinê heta bi peywir û xebata wê ya li dij Tevgera Wehabî ku seba vê yekê meqamekî wê di Siltanîya Osmanî de çêbû. Lêkolîn wisa diajo heta ku digihêje qonaxa “Neqişbendîtîya Cîhadî” di heyama mîsyonerîyê de li Anadol, Kurdistan û Ermenistanê. Herî dawîn jî heta bi qonaxa têkçûna leşkerî û jihevbelavbûna lêveger û şêxên Neqişbendîtîyê ve diçe.
Ev lêkolîn xwe dispêre çavkanîyên giştî yên der heqê dîroka siyasî ya Kurdan de. Ji hêla metodolojîk ve, min xwe spart azîneya wesfdana dahûrîner da ku dane û zanyarîyên nû bi dest bixim. Helbet tûşî gelek kelem û astengîyan hatim, ew jî ji ber tunebûna lêvegerên berfireh ên li ser Neqişbendîtîya Kurdistanî û rola wê ya neteweperwer an rola wê ya li dij neteweperwerîya Kurdî bû.

 

Nêrîn

Hîn tu nêrîn tunene

Berî her kesî nêrîna xwe di vê pirtûkê da bide “Kurdistana Şêx û Mirîdan”

Your email address will not be published. Required fields are marked *