Danasîna berhemê
Kurteçîrokên “Tifinga textikî”, bûyer, dîmen û serpêhatîyên miletekî bi awayekê rasteqîn disêwirîne. Zarokên vê erdnîgarîyê, ji bo ku tixûbê dojeha welatê xwe derbas bikin, sîng bi sîng dikevin pêsîra mirinê. Ji bo ku xwe ji mirinê rizgar bikin, li qeyikên rêya bêveger siwar tên, xwe li daristinên bê ser û ber diqelibînin. Ên ku ji vê bobelatê xilas dibin jî, herî kêm, bi rê da, parçeyekê giyanê xwe li pey xwe dihêlin. Dibe ku dîrok di serdemên cihê cihê da bûbe şahidê gelek çîrokên biêş, lê ji sedî sed, dê neşê vê çîrokê bi hêsanî daqurtîne. Bav û law dê bidin dest hev; heta hetayê dê li ser zar û zimanan bigere.
Nêrîn
Hîn tu nêrîn tunene