Skip to content Skip to footer

Duçerxeya kurdî

$18.00

Sernavê pirtûkê: Duçerxeya kurdî

Navê nivîskar: Alesa Lightbourne

Sernavê pirtûkê bi zimanê îngilîzî: The Kurdish Bike

Wergera ji îngilîzîyê: Nezîr Gümüş

Edîtorî: Mîlad Xezalê

Serrastkirin û xwendina dawîn: Elî Evdo

Bergsazî: Serwer Mirad

Rûpelsazî: Ferîd Xelîl

Çapa yekê: Neqş û Şilêr, Qamişlo 2021

Hejmara rûpelan: 418

Pîvan: 13.5 x 21

Ji weşanên NEQŞ û Şilêrê

Mijar: Roman/Wêje

Nirx: 18 $

Kategorî: Nasnameya hilberê :6761

Danasîna berhemê

“Di sala 2010an da min li Bakurê Iraqê dersên îngilîzî dan. “Duçerxeya Kurdî” jî ji van serpêhatîyên min ên li wê herêmê, pêk tê. Bûyeran wekî bîranînên rastî dest pê kir lê paşê bûyer di dibistaneka aşopî da dewam dikin. Kesayetan bi lez jîyana xwe ya taybet xêz kir, lê belê rewş û daxwaz li gor çîrok, û şertan hatine guhertin. Ji ber vê yekê divê pirtûk bi tevahî wekî romanekê were qebûlkirin.
Çend salên berî 2010an û çend salên piştî vê salê, Herêma Kurdistana Iraqê serdemeka zêrîn dijî. Hem hilberîna neftê û hem jî bihayê neftê yê bilind, kir ku di demeka kin da herêm bi lez zengîn û maldar bibe û bi pêş da here. Balafirgeheka nû, dikanên bazirganîyê yên mezin, otêlên navneteweyî, xanî û herêmên bi stîlên rojavayî û heta parkeyeka avê, ava bûn; tenê di nava şeş mehan da hemû herêm ewqasî xweşik bû ku nayê naskirin.
Piştra jî du felaket çêbûn. Yek jê derketina DAIŞê bû ku ji Sûrîyayê heta Iraqê bajar standin û ji bo Herêma Kurdistanê bû pirsgirêk û tehdîdeka mezin. A duyem jî daketina bihayê neftê bû ku herêm ji alîyê aborîyê ve kete bin xeterê. Hikûmetê jî dana mûçeyên karmend û kesên malnişîn dan sekinandin. Vê yekê jî kurdên Iraqê bê parastin hişt. Yanî kesên bî û sêwî ketin metirsîyê.”

Nêrîn

Hîn tu nêrîn tunene

Berî her kesî nêrîna xwe di vê pirtûkê da bide “Duçerxeya kurdî”

Your email address will not be published. Required fields are marked *