Danasîna berhemê
“Li destpêkê, Wezîrê Tendirustîyê yekem kes bû hizir kir wergêrekê kurdîyê peyda bikin û hewl bidin tê bigihin çi derdek bi serê vî mirovî da hatiye û berê çi kar dikir û di çi şert û mercan da tûşî vê nexweşîyê bû. Lê hemû dizanin anîna navê zimanê kurdî û axiftina pê qedexe ye. Ew bi xwe mirîdê rêbaza “Alparslan Turkeş”ê bû, bawerîya wî nebû zimanekê wisa û neteweyekê wisa heye, niha here bigere û bilûbîne kesekî jê ra peyda bikin karê tercimanîyê jê ra bike! Karekê wisa ne layiqî rêzdar wezîrî bû. Wezîr hema ku navê “kurd”ê bihîst rasterast mesele wek pirsgirêkeka sîyasî ya xofdar zanî, baş dît ji bilî pizîşk û dermansazan, hin kesên ku pisporên ewlekarîya neteweyî ne jî û ji metirsîya wî derdî tê digihin, werin nav pirsgirêkê.
Bi bihîstina navê kurd, rewşa Serokkomar Admîral Fahri Koruturk jî têk diçû. Her carekê ew nav dibihîst, divabû piştî wê hebeka serêşê bixwe. Çimkî Admîralî jîyana xwe ya leşkerî li ser deryayê derbas kiribû, tiştekê zêde li ser rewşa wan gundên kavil û xopan ên rojhilatî nizanîbû; xwe wek nûnerê wê Tirkîyayê hesêb dikir ku li raserî deryayê ye, Tirkîyaya ku diçe dûr û awira xwe li dûr vedide.”
Nêrîn
Hîn tu nêrîn tunene