Skip to content Skip to footer

Xalid Huseynî

Nivîskar û nojdarê efxan, 4ê adara 1965an li Kabula paytexta Efxanistanê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Californiayê, Kulêja Pizîşkî xwendiye û sala 1993yan doktoraya xwe di heman biwarê da bi dest xistiye. Nêzî deh salan nojdarî kiriye. Aniha Balyozê Xêrxwazîyê yê Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarên koçberan e û Birêveberê Sazîya Xalid Huseynî ye. Huseynî ji 2001ê ve dinivîse. Ji hingê ve çar roman berhem dane. «Hezar hetavên geş» berhema wî ya duyem û romana herî bi nav û deng e. Ev roman li gelek zimanan hatiye wergerandin û bi milyonan daneyên wê li seranserî cîhanê hatine firotin.

şîroveyek bihêle