Skip to content Skip to footer

Guy da Maupassant

Maupassant pêşewayê çîroka nû ye; çîroka ku behsa jîyana kesên normal dike. Anku ew kesên ku ne mîr ne jî wezîr in. Ew kesên jibîrkirî yên ku çerxa felekê ew avêtine qişle, nexweşxane, koxik, gemî, kolan û qiraxên bajaran.

Maupassant tebaxa sala 1850yî li Qesra Miromensilê ya li Fécampa bi ser Normandieyê ve ji dayik bûye. Ji maleka arîstokrat û mezin bû ku dawîyê xizan bûbû, lê dayika wî (Lore) bi xwe ji maleka xizan bû.

Dema ku navbera bav û dêya wî xirab bû, Maupassant şeş salî bû. Sedema veqetînê ew bû ku bavê wî mirovekê jinbaz bû. Guy, wî çaxî piçûk bû, lê guhên wî dilivîyan. Wî ji dibistanê nameyek ji dayika xwe ra hinart tê da wiha nivîsîbû: “Min pileya yekem di derbirînê da bi dest xist, mamostaya min ez xelat kirim. Wê ez û bavê min birin sîrkê, wê bavê min jî xelat kir, lê nizanim çima!”

Dema bû sêzdeh salî, bûyerekê di jîyana wî da rûda ku bandora xwe li tevaya jîyana wî ya piştra kir. Wî bi xwe, dûvra nivîsî û got:

“Heta ku ez hebim, ez ê wê rojê ji bîr nekim. Min li seyrangehekê dilîst û ji nişkê ve, bavê min ji dûr ve ber bi dêya min ve hat. Min jî xwe nêzîkî wan kir ku guhdarî wan bikim. Bavê min bi tundî qîr kir: “Min pere divên, gerek tu niha îmze bikî.” Lê dayika min bi wê tundîyê bersiva wî da: “Îmze nakim, ev perekên Guyî ne û ez jê ra vedişêrim. Min navê tu wan di ber navmalî û jinên xelkê da tirtovirto bikî, wekî ku te perekên xwe winda kirin. Bavê min wekî şivekê li ber bayî dilerizî, destê xwe xiste qirka wê û ew da ber şimaqan. Wekî dînekî lêdan berdewam kir bêyî ku dayika min karîbe xwe ji nav lepên wî derxe, wilo kir heta ku ew li erdê rast bû. Bavê min xwe bi ser da avêt, destê wê bada û dîsa lê da. Bo min, ev dawîya cîhanê bû, nerît û yasayên nemir ji nişkê ve tev hatin guhertin. Ji wê kêlîkê da, her tişt di çavên min da reş bû…”

Ji vê bûyerê, tê zanîn ka çima Guy di hemû roman û çîrokên xwe da alîgirê xizan, belengaz û sitembarên civakê bû.

Wekî din, dêya Guyî hezkera xwendin û wêjeyê bû, lewra wê Guy ber bi xwendinê ve dehf dida, lê Guyî jîyana kolanan û di nav gemîvan, nêçîrvan û cotkaran da, di ser daxwaza dayikê ra digirt.

Dayikê ew kire şagirdê kilîsayê û wê bi xwe şanonameyên Shakespearî jê ra dixwendin.

Dema Guy bû duwazdeh salî, dêyê ew şande amojgeheka olî ya bi navê Yvetot, ev yek li gor urf û adetên malmezin û xanedanên wê çaxê bû.

Guyê bêcir ji amojgeha olî hate qewirandin, rabû dêyê ew şande dibistaneka bajarê Rouenê û Guyî li wir bakaloryaya xwe bi dest xist.

Dema ku Guyî dest bi xwendina yasayê kir, ceng di navbera Fransa û Prûsyayê li dar ket.

Guy tev li artêşa fransizî bû, lê dema xwe ya vala bi xwendinê û nivîsîna helbestên evînî diborand.

Piştra, Guy li Parîsê rûnişt û karekê nivîskî li Wezareta Perwerdehîyê kir. Tenê li Parîsê jîya, dema xwe bi xwendin, nivîsîn, ger û seyranan diborand. Car caran, diçû ber Çemê Seineyê ku Deryaya Normandieyê tanî bîrê û bihna wî pê fireh dibû.

Roj bi roj û sal bi sal, dinya li pêş çavên wî reş dibû. Ji ber ku ew li deşt û gundewaran rabûbû. Ev jîyana li Parîsê ya di nav çar dîwaran da pir pê nexweş bû, lewra rê ji bilî nivîsînê nedît ku wî giyanê xwe yê westîyayî pê xweş bike û ji alîyekê din ve nanê xwe pê bixwe. Di vê qonaxê da, Guyî nasnavê “Bazirganê Pexşê” li xwe kir.

Di vê qonaxê da jî, Guy bo bipêşxistina karîn û şêwazên xwe yên wêjeyî xebitî, lewra wî nivîskarê gewre “Gustave Flaubert” ji xwe ra kire mamosta û serê heft salan bi ser da diçû û dihat. Maupassant nivîsîye: “Min, car caran, karê xwe şanî birêz Flaubertî dikir û digote min: Bi rastî, ez nizanim tu behremend î yan na, tiştên te xweş in, lê qet ji bîr meke ku behre sebreka dirêj û domdar e.”

Lê piştî ku Flaubertî çîroka “Gulokê” a Maupassant dît, guman li nik nema ku ev xort behremend e û “Gulokê” jî di nav berhemên mayînde da, gewherek e.

Ji ber ku çîrokên Maupassantî ne wekî yên pêşîyan (Eddgar.A. Poe û Mark Twin…) bûn, xwîner û rexnevanan ew kurteçîrok nedidîtin. Lê sal bi sal, wan qedrê Maupassantî û çîrokên wî nas kir. Nirxekê bilind danê, gihaşte wê asta ku gewretirîn rexnevanên Fransayê bibêjin: “Kurteçîrok Maupassant e û Maupassant kurteçîrok e.”

Her wiha, Van Gogh, şêwekarê holand ê navdar di nameyeka xwe da dibêje: “Kêfxweşîya min temam nabe ku di nav şêwekaran da yekê wekî Maupassant nebînim.”

Sala 1877an, Maupassant bi nexweşîya syphilisê ket. Dawîya sala 1891ê, Maupassant nexweş ket, êş û janên mirinê li dor wî zivirîn. Nameyekê bo doktorê xwe rê dike û wiha dinivîse: “Goşt û çermê min wekî ku di nav xwê da nimandî bin têne sotin, ev destpêka dawîya min e. Êşeka bêhawe di serê min da ye ku serê xwe bi destan radipêçim, dihesim ku serê mirîyekî ye.”

Nameyeka din bo hevalê xwe doktor Cazalis hinart û tê da nivîsî: “Ez bi temamî winda bûme, ez dimirim… ez dîn im, mejîyê min li hev ketiye, oxir be dosto çiku tu nema careka din min dibînî.”

Maupassant kete halê hişçûnê û hewl da xwe bikuje. Piştra, ew birin beşa dînan a Şêtxaneya Parîsê, li wir rewşa wî roj bi roj kambaxtir bû.

Roja 6ê tîrmeha sala 1893yan, Maupassant giyanê xwe ji dest da. Termê wî li Goristana Montparnasseyê ya Parîsê hate veşartin.

Maupassant çû, lê birek zarok li dûv xwe hişt: 300 çîrok, 6 roman û dîwaneka helbestê.

 

şîroveyek bihêle