Skip to content Skip to footer

Cegerxwîn

Nivîskarê kurd ê navdar e. Navê wî Şêxmûsê Hesen e lê bi nasnavê Cegerxwîn tê naskirin. Di sala 1903yan da li gundê Hesarê yê bi ser Kercewsa Êliha Bakurê Kurdistanê ve ji dayîk bûye. Di 15-16 salîya wî da, dê û bavê wî diçin ber dilovanîya Xwedê û Cegerxwîn di wî temenê piçûk da dest bi kar dike. Di ciwanîya xwe da li ber destên şêx û melayan dixwîne, destûra seydatîyê werdigire û li gelek deverên Kurdistanê melatîyê dike. Di sala 1927an da bi keçxala xwe ra dizewice û bi dû ra li Amûda Rojavayê Kurdistanê bi cî dibe. Seyda Cegerxwîn di sala 1930yî da dev ji melatîyê diqere û berê xwe dide qada siyasî ya kurdîtîyê.

Di 1934an da, ew û rêhevalên xwe Yaneya Ciwankurdê li Amûdê ava dikin, lê ev yane piştî demekê ji alîyê desthilatdarîya Fransayê ya li Sûriyayê ve tê girtin. Di 1937an da tev li refên Civata Azadî û Yekîtîya Kurdistanê dibe û di navbera salên 1949-1957an da bi komunîstan ra xebata siyasî dimeşîne. Di navbera salên 1959-1962yan da li Zanîngeha Bexdayê dersên zimanê kurdî dide. Di 1969an de diçe Başûrê Kurdistanê û tev li serîhildanê dibe. Di sala 1973yan da ji ber zordestîya desthilatdarîya Sûriyayê bar dike û li Libnanê bi cî dibe. Di 1975an da vedigere Qamişloyê. Di sala 1979an de bar dike Swêdê û di 22yê çirîya pêşîn a 1984an da li Stockholmê diçe ber dilovanîya Xwedê.

Ji helbestan heta bi pirtûkên rêzimanî, dîrokî, folklorîk û ferhengan, Seyda Cegerxwîn bi dehan berhem li dû xwe ji gelê xwe ra hêlan.