Skip to content Skip to footer

Wergêr

Besam Mistefa

Di sala 1977an de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navendî û lîseyê li Qamişloyê xelas kiriye. Paşê wêjeya îngilîzî di Fakulteya Wêjeyê û Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Helebê de xwendiye.

Piştî qedandina xwendina zanîngehê, dora du salan li Qamişloyê û gundên derûdora wê mamostatîya zimanê îngilîzî kiriye. Di 16ê kanûna paşîn a sala 2006an de derbasî Başûrê Kurdistanê bûye.

Di sala 2011an de, dest bi kurmancîkirina berhemên bi zaravayê soranî kiriye û ji wê demê ve, gelek berhemên bi nav û deng ji zaravayê soranî kirine kurmancî.

Ew niha li Hewlêrê dijî û li Tora Rûdawê ya Medyayê dixebite.