Skip to content Skip to footer

Bertrand Russell

Bertrand Arthur William Russell, sala 1950yî Xelata Nobelê ya wêjeyê girtiye. Ew nevîyê Lord John Russellî (wezîrê derve yê Brîtanyayê di dema şerê navxweyî “the Civil War” da) ye. Li Cambridgeê xwendiye û baş bi almanî û fransî zanîye. Tê gotin ku “şêwaza wî ya îngilîzî ya xweş û zelal ji ber wê yekê ye ku wî perwerdeya klasîk li dibistanên giştî nedîtiye”. Jixwe ew şêwe di çend pirtûkên ku ji ber ximava pênûsa wî derketine, xuya dibe. Wan berheman ew wisa daye der ku ew yek ji fîlozof û matematîknasên herî zana ye. Nûtirîn xebatên wî ev in: Dîroka Felsefeya Rojavayî (A History of Western Philosophy) sala 1945an hatiye weşandin, Zanîna Mirovî, ber û sînorên wê (Human Knowledge: Its Scope and Limits) sala 1948an hatine weşandin, Desthilat û Takekes (Authority and the Individual) sala 1949an hatiye weşandin, Gotarên nepopuler (Unpopular Essays) sala 1951ê hatiye weşandin, Hêvîyên Nû ji bo Cîhaneka guherbar (New Hopes for a Changing World) sala 1952yan hatiye weşandin.

şîroveyek bihêle