Skip to content Skip to footer

Albert Camus

Sala 1913an li Cezayirê ji dayik bûye. Di malbateka karker da rabûye. Di sala 1914an da bavê wî di şerekî da tê kuştin û di encamê da dayika wî li gel her du zarokên xwe li Cezayira paytext bi cih dibe. Albert Camus di sala 1934an da dizewice, lê piştî du salan ji hevjîna xwe vediqete. Di wê salê da, tev li Partîya Komunîst a Fransiz dibe û heta 1937an li gel partîyê dixebite. Di sala 1935an da komeka şanoyê ava dike û di 1936an da diploma xwendina bala ya felsefeyê ji Zankoya Cezayirê werdigire. Di 1939an da koçî Fransayê dike û di 1940î da bi Francine Faure ra dizewice. Sala 1957an Xelata Nobelê werdigire. Camus sala 1960î di encama qezayekê da jîyana xwe ji dest dide.

Berhemên wî yên herî navdar

– Rû û pişt, şanoname, 1937

– Zemawend, şanoname, 1939

– Biyan, roman, 1942

– Efsaneya Sisyphe, roman, 1942

– Caligula, şanoname, di 1938an da nivîsî, lê di 1944an da weşand

– Tênegihiştin, şanoname, 1944

– Reşav, roman, 1947

– Rewşeka dorpêçkirinê, şanoname, 1948

– Mirovên dadmend, şanoname, 1950

– Ketin, roman, 1956