Skip to content Skip to footer

Şevên çileyî

$9.00

Sernavê pirtûkê: Şevên çileyî (Çîrok û çîvanokên kurdî)
Navê berhevkar: Evdirehman Bamernî
Tîpguhêzî: Ferîd Xelîl
Xwendina dawîn: Ferhad Mûsa
Bergsazî: Serwer Mirad
Rûpelsazî: NEQŞ
Çapa yekê: Neqş û Enstîtûya Kelepûra Kurdî, Qamişlo 2021
Hejmara rûpelan: 218
Pîvan: 13.5 x 21
Ji weşanên NEQŞê û Enstîtûya Kelepûra Kurdî
Mijar: Zargotin
Nirx: 9 $

Kategorî: Nasnameya hilberê :6801

Danasîna berhemê

Çîrok û çîvanok û serhatîyên kurdî, ji serpêhatîyên kurt bigire heta bi çîvanokên ku bûyer û rûdanên tê da, merivan ber bi aşop û xeyalê ve diajon, heta bi çîrokên cinan û cadûgerîyê û çîrokên peristina agirî û yên başî û xerabîyê… di dawîya van hemûyan da jî, xweşî û tameka taybet heye û bi başîyê ve çîrok diqede. Ji lew ra, temenê wî çend sal dibe bila bibe, her kesê guhdar dikare mifayî jê wergire.
Mejîyê zarokan jî li ser van çîrokan ava dibe, berfireh dibe û şîyanên behremendîyê jî li balê peyda dibin. Xeyal û aşopa di çîrokê da, xêr û başîyên wê; serborîyên miletan û yên wan aqilmend û navdaran; ew rêzerûdanên têr û tijî û bêhnfirehîya ku tê da zal û serdest e… di rastîyê da, ev hêmanên me gotî, kesayetê ava dikin.

Nêrîn

Hîn tu nêrîn tunene

Berî her kesî nêrîna xwe di vê pirtûkê da bide “Şevên çileyî”

Your email address will not be published. Required fields are marked *