Skip to content Skip to footer

 

Weşanên NEQŞê (Weşanxaneya NEQŞê)

 

Sala 2019an, piştî ku heşt sal di ser şerê li Sûrîyayê ra derbas bûn, di nava pêvajoyeka aloz û rewşeka tevlihev da, Weşanên NEQŞê gava xwe ya pêşîn avêt.

Mirovan ji mêj ve nêrîn, boçûn û bîr û bawerîyên xwe bi rêya kolandin û nivîsîna li ser kevir û dîwaran anîye zimanî. Li ser vê rêçê, me navê weşanxaneya xwe NEQŞ danî; me xwest em vî navê kurdî-erebî yê hevbeş bo sazîya xwe ya çandî bibijêrin, di vê jîngeha zehmet û têrêş da hêvîyan biçînin û bi eskeneya wergerê li ser dîwarên wê yên mukum bikolin.

Wekî NEQŞ kend û kospên li pêş xebata di warê çandî da baş dibîne û kelem û astengîyên heyî baş hildisengîne; peywira bipêşvebirina rewşa kulturî li herêmê dide ser milên xwe û hewl dide ku bi bawerîyeka kûr berpirsyarîya we ya mêjûyî, mirovî û niştimanî bi cih bîne.

Weşanên NEQŞê di wê bawerîyê da ye ku wergera ji hemû zimanên cîhanê bo zimanên kurdî û erebî -wekî çalakîyeka çandî- zor giring e û dikare bibe derîyekê naskirina mirov û çandên din. NEQŞ, wergerê mîna pireka hevgihandina milet û çandan dibîne û fenanî dermanekê cebarkirina şikestinan, tijîkirina valahîyan û xemilandina tevna çandî û civakî ya gelan dihesibîne.