Skip to content Skip to footer

Wergêr / Nivîskar

Ibrahîm Xelîl

Sala 1972yan li bajarê Hisiçayê yê rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 1998an da Beşa Zimanê Fransizî ya Koleja Wêjeyê ya Zanîngeha Helebê qedandiye. Di sala 2007an da diploma perwerdehîyê wergirtiye. Nêzî 12 salan li dibistanên fermî yên hikûmeta Sûrîyeyê mamostatîya zimanê fransizî kiriye. Bi zimanên kurdî, erebî û fransizî di kovar û rojnameyan da dinivîse. Birek lêkolîn, çîrok, helbest, şanoname û wergerên wî yên çapnekirî hene.

Berhemên wî yên çapkirî

– Eyam el-lûlû (bi zimanê erebî), nivîsar, Weşanxaneya El-Furqanê, Riha, 2017

Wergerên wî yên çapkirî

– Berf, Maxence Fermine, roman, wergera ji zimanê fransizî, Projeya Hinarê ya Çandî, Qamişlo, 2016

– Zordestname, Ebdulrehman El-kewakibî, lêkolîneka hizirî, wergera ji zimanê erebî, Projeya Hinarê ya Çandî, Qamişlo, 2017

– Axir rumanat el-alem, Bextyar Elî, roman, wergera ji kurdîyê ji bo zimanê erebî bi hevkarîya Evdo Şêxo, Weşanxaneya Miskîlîyanîyê, Tûnis, 2019

– Qesir el-tiyûr el-hezîne, Bextyar Elî, roman, wergera ji kurdîyê ji bo zimanê erebî, Weşanxaneya El-Xanê û Weşanxaneya Neqşê, Kuwêt, 2021

– Gulokê, Maupassant, çîrok, wergera ji zimanê fransizî, Weşanxaneya Neqşê û Weşanxaneya Şilêrê, Qamişlo, 2021

– Caligula, Albert Camus, şanoname, wergera ji zimanê fransizî, Weşanxaneya Neqşê û Weşanxaneya Şilêrê, Qamişlo, 2021