Skip to content Skip to footer

Nezîr Gümüş

Di sala 1980yî da li Kerborana Mêrdînê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Kerboranê temam kirine. Piştra di sala 1998an da Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî ya Zanîngeha Celal Bayarê qezenc kiriye. Di sala 2002yan da zanîngeh kuta kiriye û di heman salê da li Cizîrê dest bi mamostatîya Tirkîyê kiriye. Di van salan da li Cizîr û Şirnexê dersa zimanê tirkî daye. Piştra jî di sala 2006an li Batmanê heman kar domandiye.
Di sala 2010an da li Dîlokê di Dunya Tvyê da dest bi xebatê kiriye. Di 2011an da li Zanîngeha Artukluyê ya Mardînê lîsansa xwe ya bilind li ser ziman û çanda kurdî kiriye. Wî her wisa sê bername bi zimanê Kurdî amade û pêşkêş kirine.
Nezir Gumuş bi sê hevalên xwe ra Ferhenga Kurdî-Tirkî amade kiriye û ev berhem berhema kurdî ya pêşîn e ku ji alîyê Weşanxaneya Sazîya Zimanê Tirkî (Turk Dil Kurumu) ve hatiye çapkirin. Ji sala 2018an ve dersa kurdî û îngilîzîyê dide.

şîroveyek bihêle