Skip to content Skip to footer

Ataturk di xeyalên nazîyan da

$18.00

Sernavê pirtûkê: Ataturk di xeyalên nazîyan da

Navê nivîskar: Stefan Ihrig

Sernavê pirtûkê bi zimanê îngilîzî: Atatürk in the Nazi Imagination

Wergera ji îngilîzîyê: Edîb Xalid

Edîtorî: Dilyar Hoşê

Serrastkirin û xwendina dawîn: Nadya Hesen

Bergsazî: Serwer Mirad û Laleş Evdirehman

Rûpelsazî: Ferîd Xelîl

Çapa yekê: Neqş û Şilêr, Qamişlo 2022

Hejmara rûpelan: 382

Pîvan: 15 x 23

Ji weşanên NEQŞ û Şilêrê

Mijar: Lêkolîn

Nirx: 18 $

Kategorî: Nasnameya hilberê :6322

Danasîna berhemê

Sal 1908 e. Berîya ku çîroka me ya bingehîn dest pê bike, bi deh salan. Împaratorîya Osmanî, ha ha ye şoreşa xwe bike. Tirkên Ciwan (Jon Turk) gefan dixwin. Dîyar dikin ku heger Qanûna Bingehîn a 1878an cardin bingeh neyê girtin, dê ber bi Konstantînopolîsê ve bimeşin. “Siltanê sor”, xwînmij û bednav Evdilhemîdê duyem, serî ditewîne û Tirkên Ciwan li paytext û împaratorîyê desthilatîyê bi tevahî bi dest dixin. Pevçûna di navbera siltan û rêjîma nû da, heya sala 1909an didome. Wê salê, dijderbeyeka siltanî tê çewisandin û jinavbirin, ji pêşengên Tirkên Ciwan, Enver Paşa, bi ser paytextê da diçe. Hevçerxên alman, vê meşê dişibînin meşa Caesarî ya ku bi ser paytexta Romayê da çûbû. Bi dû ra, Hitler dê bibêje, piştî ku Enver bi ser împaratorîyê da bimeşe, dê Împaratorîya Osmanî bi ruh û can bibe. Ev, ne tiştekê rasthatinî bû ku Hitler bi vê û gelek tiştên der barê Tirkîyayê da bizane. Bûyerên 1908-1909an li Ewropayê, nexasim jî li Almanyayê, lê belkî jî li “Vîyanaya Hitlerî”1, ji nêz ve dihatin şopandin. Lehengê Tirkên Ciwan, Enver Paşa, bi xwe jî, di sala 1909an da li balyozxaneya Împaratorîya Osmanî ya li Berlînê, peywira ataşetîya leşkerî girt ser xwe.

Agahîyên berfirehtir

Dimensions 15 × 23 cm
Reng

Sor, Zer

Hejmara rûpelan

382

Nêrîn

Hîn tu nêrîn tunene

Berî her kesî nêrîna xwe di vê pirtûkê da bide “Ataturk di xeyalên nazîyan da”

Your email address will not be published. Required fields are marked *