Skip to content Skip to footer

Romannivîs

Bextyar Elî

Romannivîs, helbestvan û ronakbîrekî kurd û yek ji damezirînerên Kovara Rehendê ye.

Di sala 1960î de li bajarê Silêmanîyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî li dibistana Şêx Selamê ya li Silêmanîyê qedandiye, bi dû re li dibistana navendî ya Ezmirê û paşê li dibistana amadeyî ya Helkewtê xwendiye. Pêşî li Zanîngeha Silêmanîyê xwendiye û di pişt re li Hewlêrê, di Fakulteya Zanistî ya Zanîngeha Selahedînê, di beşa zevînasî-jeolojîyê de xwendekar bû, lê xwendina xwe ya zanîngehê bi dawî nekir.

Di sala 1983yan de, di xwepêşandanên zanîngehê de birîndar dibe, dev ji zanîngehê berdide û ji wê salê bi şûn de bi tevayî xwe ji bo karê wêjeyê terxan dike. Kevintirîn berhema wî ya belavkirî ku di sala 1983yan de nivîsîye, helbesta “Niştiman”ê ye ku piştî 9 salan di dîwana “Guneh û karneval”ê de tê weşandin. Di rojên destpêka serîhildana 1991ê de, bi çend nivîskarên din re hejmareka kovara “Azadî”yê ya ku pênc hejmarên wê derdikevin, belav dike. Di sala 1992yan de, dîwana xwe ya pêşîn bi awayekî sade û seretayî û bi tîrajeke kêm çap dike. Di navbera salên 1992-1994an de, hejmareke zêde ya panel û semîneran li Hewlêr û Silêmanîyê pêşkêş dike.

Di salên 80yî yên sedsala buhirî de, Bextyar Elî hejmareke helbestên dirêj ên wekî “Bajar”, “Guneh”, “Karneval” û çend helbestên din dinivîse. Destnivîsa romana wî ya pêşîn a bi navê “Mirina Tekane ya Duyem” (Mirina tekaneyê duyem) jî vedigere wê heyamê, lê belê ew di sala 1997an de li Swêdê hat weşandin.

Di payiza sala 1989an de, nivîsara xwe ya pêşîn di Rojnameya Paşkoya Iraqê de belav dike.

Piştî ku şerê navxweyî (Şerê Birakujîyê) di Îlona 1994an de dest pê dibe, ji Başûrê Kurdistanê bar dike û berê xwe dide Sûrîyayê. Neh mehan li Şamê dijî û paşê berê xwe dide Almanyayê û heya sala 1999an li bajarê Frankfurtê bi cî dibe. Di sala 1998an de romana “Êvara Perwaneyê” dinivîse.

Bextyar Elî bi dehan berhemên wêjeyî û hizirî nivîsîne û gelek berhemên wî bo zimanên cîhanî hatine wergerandin.

Ew ji sala 1999an ve li bajarê Kolnê yê Almanyayê dimîne.