Skip to content Skip to footer

Nivîskar

Alesa Lingtbourne

Li bajarê Carmelê yê bi ser eyaleta Californiayê ve hatiye ser dinyayê. Xwendina xwe ya bilind li beşa mirovnasîya kulturî ya Zanîngeha Californiayê ya Santa Cruzê kiriye û mastera nivîskarîya afirîner û wêjeyê li Zanîngeha Washingtonê kuta kiriye.

Li pênc dewletên devera Deryaya Karîbê, Rojhilata Navîn û Asyayê dersdarî kiriye. Her wiha mamostatîya zimanê îngilîzî li çend zanîngeha kiriye û li zanîngeheka Sîngapûrê bûye dekana fakulteyekê. Lingtbourne çend salan bûye birêvebera kompanêyeka pêragihandinê û bo hin kompanîyên mîna Microsoftê nivîsîye.

Alesa Lingtbourne dayîka sê zarokan e û niha li Santa Cruza Californiayê dijî.